Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Platforma Ramanê ji ber ku 8 sal in Ermenî nikarin patrik hilbijêrin li ser change.org ê kampanyeya îmzeyê dan destpêkirin.
Di metna îmzeyê de platformê daxwaz kir ku wekîlê patrik Aram Ateşyan îstîfa bike û pêvajoya hilbijartinê destpê bike.
Çi bibû?
Ermeniyên Tirkiyeyê 8 sal in nikarin patrikê xwe hilbijêrin. Serokê rûhanî yê Ermeniyên Tirkiyeyê Patrik Mesrob Mûtafyanê 2yemîn ji ber ku di sala 2008ê de nexweş ket hilbijartina patrik nehate kirin. Ji ber ku li gorî kevneşopiyê ji bo hilbijartina patrikî yan divê patrik bimire yan jî divê dest ji kar berde.
Piştî du salên bi nîqaşa “gelo wê hilbijartin bibe yan na” bi biryara Walîtiya Stenbolê re Aram Ateşyan weke wekîlê patrik hate tayînkirin.
Di Cotmeha 2006ê de biryar hate standin ku Patrik Mestobê 2yemîn teqawid bibe. Lê di vê dema derbasbûyî de ji bo hilbijartinê ti pêşketin çênebû.
Di Sibata 2017ê de ji ber ku Serokê Lijneya Serokan a Rûhanî Sahak Maşelyan dest ji kar berda di pêvajoya hilbijartinê de qonaxeke nû destpê kir. Li Ermenistanê di encama civîna ku navbeynkaran lidar xist de biryar hat girtin ku pêvajoya hilbijartinê destpê bike û dexabah ango qaymeqam were hilbijartin.
Di dengdayina ku di 15ê Adarê çûbê de Serokê Rûhanî yê Ermeniyên Almanyayê Başepîskopos Karekîn Bekçiyan weke dexabah ê ku wê pêvajoya hilbijartinê birêve bibe hat hilbijartin.
Piştî hilbijartinê Wekîlê Giştî yê Patrik ê niha Aram Ateşyan peyameke ku ji Walîtiya Stenbolê hatiye bi çapemeniyê re parve kir.
Di peyamê de hat gotin “Wekîlê patrik li ser wezîfeya xwe ye, herwiha teamul û usul û esasên derbarê hilbijartinê de yên derbarê hilbijartinên patrik de ji hêla cemaetê ve ji nêz ve tên zanîn, ji ber wê jî tê nirxandin ku di vê çarçoveyê de destpêkirina pêvajoya hilbijartinê ji aliyê hiqûqî ve ne mimkun e”.
Du namzet hene
Ji bo hilbijartina dexabahê dihate payîn ku Wekîlê Giştî yê Patrik Aram Ateşyan, Epîskopos Sahak Maşalyan û Serokê Rûhanî yê Ermeniyên Almanyayê Başepîskopos Karekîn Bekçiyan weke namzet têkevin pêşbirkê. Lê Maşalyan beriya hilbijartinê daxuyaniyek belav kir û got ku ew ê ji bo Bekçiyan j namzetiyê vekişe.
Hilbijartin çawa çêdibe?
Dema ku erka patrikiyê vala dibe heta ku hilbijartin çêbibe ji bo ku saziyan birêve bibe kesekî ku jê re “qaymeqam” tê gotin tê hilbijartin. Heta hilbijartinê li ser navê patrik hemû kar ji hêla vî kesî ve tê kirin. Ji bo ku karê hilbijartinê birêve bibe heyeta bi navê Muteşebbis tê avakirin. Ev heyeteke bi temamî sivîl e. Sîstema hilbijartinê ji du qonaxan pêk tê. Li gorî qerebalixiya hejmara herêman hejmara delegeyan tê tayînkirin. 1/7ê delegeyan ji nava rûhaniyan tên hilbijartin. 6/7ê ji nava gel tên hilbijartin. Hilbijartina patrik jî ji hêla delegeyan ve pêk tê. (NV/FD)