Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Teqîn li derengîyê şevê pêk hatiye. Hat dîyarkirin dengê teqîna li 22.30ê şevê bi peqîna erebeya bombelêkirî çêbûyî, hatiye heta nava bajarê Amedê.
Bi peqînê çaleka bi 20 metreyan fireh çêbûye. Hinek gundî winda bûne û Walîtîya Amedê dîyar kiriye ji bo dîtina wan walîtîyê dest bi xebatê kiriye.
Walîtiyê herwiha dîyar kiriye ew erebeya hatî teqandin malê dijîyê bûye ku li meha Gulanê ji Çewlîgê hatiye dizîn.
Walîtî diyar dike ku erebeyeka bombelêkirî dema çûye Taxa Tanişikê, xelkê wê derê digel wan kesên di erebeyê de ketine minaqeşeyê.
Niştecihên taxê pey erebeya berbehs çûne û di rê de wan kesên di erebeyê de erebe teqandiye.
Piştî teqînê çar kes mirine, 23 kes jî birîndar bûne.
Li gor lêkolîna Walîtîya Amedê, ew erebeya hatî teqandin ji pêşiya niho ji Navçeya Gêncê ya Çewligê hatiye dizîn.(ÇT/MB)
Wêne: AA-Amed/ Kaan Bozdogan