Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sazîya Statîstîkan ya Tirkan (TUIK) daneyên bêkarîyê ya meha Adarê ya îsal diyar kiriye. Li gor sazîyê, di meha Adarê da jimara bêkaran bûye 4 milyon û 202 hezar.
Li gor sazîyê meha Adarê li gor heman meha par milyonek û 116 hezar kesên dî jî bêkar bûne. Bi vî awayî jimara bêkaran bûye 4 milyon û 202 hezar.
* Rêjeya bêkaran 3,4 pûanan bilind bûye û bûye ji sedî 13,0
* Di heman dewrê da; Rêjeya karkerên ji bo çandinîyê kar nakin 3,6 pûanan zêde bûye û li gor texmînan bûye ji sedî 15,0
* Rêjeya ciwanên (15-24 salî) yên bêkar 6,3 pûanan bilind bûye û bûye ji sedî 23,2.
* Rêjeya ciwanên (15-64 salî) yên bêkar 3,5 pûanan bilind bûye û bûye ji sedî13,3.
Îstîhdam Kêm bûye
* Di meha Adarê da kesên ku hatine îstîhdam kirin li gor heman meha par 810 hezar kes kêm bûye û bûye 28 milyon û 199 hezar kes
* Rêjeya îstîhdamê jî 1,9 pûanan kêm bûye û bûye ji sedî 46,0.
* Di heman dewrê da, karkerên ji bo çandinîyê kar dikin 329 hezar, karkerên xeynî çandinîyê kar dikin 481 hezar kes kêm bûye.
* Kesên ku hatine îstîhdam kirin ji sedî 17,6ê wan çandinî, ji sedî 5,7ê wan înşeat, ji sedî 56,9ê wan jî di karên xizmetê da cîh girtine.
Di pariya kesên ku hatine îstîhdam kirin da yên ji bo çandiniyê kar dikin li gor heman serdemê ya par 0,7 pûan û pariya sektora avahiyan jî 1,7 pûan kêm bûye.
* Pariya pîşesaziyê (senayî) 0,2 pûan, pariya sektora xizmetê jî 2,1 pûan zêde bûye.
Tevlîbûyîna Rêjeyên Kar
Rêjeyên kar meha Adarê ya 2019an li gor heman mehê par 306 hezar kes zêde bûye û bûye 32 mîlyon û 401 hezar kes, rêjeya kar 0,1 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 52,9.
* Li gorî berhevdayînên heman dewrê; di tevlîbûyina rêjeyên kar de mêr 0,6 pûan kêmbûyînê re ji sedî 71,8 û di ya jinan da jî 0,5 pûan bilind bûye û bûye 34,5.
Rêjeya xebatkarên ku bi awayeke fermî nehatine qeydkirin ji sedî 34,2 ye
* Dîsa vê di vê dewrê da rêjeya xebatkarên ku girêdayê ewlehiya cîvakî nîn bûne, li gor heman serdemê ya par 0,9 pûan bilind bûye û bûye ji sedî 34,2.
* Rêjeya karkerên ku bi awayekî fermî nehatine qeydkirin û ji bo çandinîyê kar nakin li gor heman serdema parîn 0,7 pûan bilind bûye û bûye ji sedî 23,1.
Rêjeya xebatkarên kar jê re hatiye dîtin ji bandora demsalê paqij bûne
* Ji bilî karkerên demsalî rêjeya karkeran 74 hezar kes pûan kêm bûye û li gor texmînan bûye 28 milyon û 40 hezar kes .Rêjeya îstîhdamê 0,2 pûan kêmtir bûye û bûye ji sedî 45,8.
* Jimara wan kesên kar jê re hatiye dîtin li gor heman meha 7 hezar zêde bûye û bûye 4 milyon û 487 hezar ke
* Rêjeya bêkariyê 0,1 pûan bilind bûye û bûye ji sedî 13,8
(HA/DD/MB)
*Dilek Durgunê ev nûçe wergerandiye