Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Macaristanê yasaya karkirinê hatiye guhertin. Li gor yasaya nû, sietên karkirina karkeran zêde bûye. Gelê Macaristanê yasaya nû wek yasaya koletîyê bi nav kiriye û bi meşê protesto kiriye.
Yasa duhî hatiye qebûlkirin. Li Macaristanê sietên karkirina karkeran salane 250 siet bûn. Li gor yasaya nû sietên karkirinê salane bûye 400 siet.
Li gor yasaya kevin heqê karê zêde herî zêde dikarî salekê bê paşdedan. Li gor yasaya nû dikare 3 salan bê paşdedan.
Xwenîşanderan diyar kirine ku televizyonên wî welatî derewan dikin. Rastiyan naweşînin.
(OI/EKN/MB)