Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) ji bo meha Îlona 2018an daneyên li ser bêkariyê eşkere kiriye. Li gor daneyên ku hatine aşkere kirin, li seranserê Tirkiyeyê, ji Îlona sala 2017an heta Îlona sala 2018an 330 hezar kesên din ên temenê wan ji 15 û berjortir, bêkar mane.
Hejmara bêkaran bi giştî bûye 3 mîlyon û 749 kes. Ev jî tê wê wateyê ku rêjeya bêkariyê 0.8 pûan zêde bûye û bûye ji sedî 11,4.
Tê texmîn kirin ku di heman demê de ji bilî çandiniyê rêjeya bêkariyê 0,7 pûanan zêde bûye û bûye ji sedî 13,5. Rêjeya ciwanên bêkar yên temenên wan di navbera 15 û 24 salî de ye, 1,6 pûan zêde bûye û bûye ji sedî 21,6. Yên temenên wan di navbera 15 û 64 salî de ye, 0,9 pûan zêde bûye û bûye ji sedî 11,7.
Di heman demê de ji sedî 19,2 di çandinî, 19,6 di pîşesazî, 6,9 di avahîsazî û ji sedî di 54,3 jî di sektora xizmetê de hatine istixdamkirin. (HA/AY/FD)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.