Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Karkerên, Sîstemê Banlioyê yên Izmîrê(IZBAN) daye zanîn ku ew ê dest bi grevê bikin.
(Sîstemên Banlioyê: Sîstemên Trênên di navbera navenda bajarekê û derdora wê de rêwîyan vediguhezin in.)
Karkeran îro li Gara Alsancakê dest bi grevê kiriye. Parlamenterê HDPyî(Partiya Gelan a Demokratîk) Murat Çepnî û hevserokên Rêxistina Izmîrê ya HDPyê piştgiriya grevê kiriye.
Sendîkaya Karkerên Rêya Hêsinî(Demiryol-Îş) diyar kiriye ku wan xwestiye mehaneyên wan ji sedî 19,43 zêde bibe lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin li ser vê yekê wan dest bi grevê kiriye.
Seferên trênan yên li ser rêya Aliağa-Selçukê tê kirin dê heta 22.00ê her nîv sietê carekê bê kirin.
Daxuyaniya IZBANê
IZBANê duhî daxuyandibû ku karkeran xwestiye mehaneyên wan ji sedî 65 zêde bibe lê wan teklîf kiriye ku ji sedî 22 zêde bikin.
Mehaneyên karkeran di navbera 3.000-3.500 Lîreyên Tirkan de ye. Herweha sazî ji bo rê û xwrinê mehane 559 Lîreyan dide karkeran.
(OI/EKN/MB)