Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber xwenîşandanên li balafirgeha sêyam ya Stenbolê, 6 karkerên dî jî hatine desteserkirin. Jimara karkerên li balafirgehê hatîn desteserkirin bûye 33.
Sendîkaya bi navê Inşaat Işê diyar kiriye ku wan paşnavên karkerên desteserkirî nezanîne lê navê wan ev in:
“Bilal, Diyar, İbrahim, Mehmet Nuri, Mustafa û Yusuf”
Çi bûbû?
Sendîkaya karkeran a bi navê Inşaat-Işê, 25ê Îlonê daye zanîn ku 400 karker beşdarî xwenîşandanê bûne. Hêzên ewlehiyê çar ji xwenîşanderan desteser kirine jimara desteserkiriyan bûye 33.
Bixwîne - Hêzên Ewlehiyê 3 karker desteser kirine
12 Îlonê servîsa karkeran qeza kiribû, 17 karker di qezayê de birîndar bûbûn. 14ê Îlonê karkeran dest bi xwenîşandanê kiribû. Hêzên ewlehiyê di heman rojê de 401 karker desteser kiribûn. 18ê Îlonê dadgeheka Stenbolê biryara girtina 24 karkeran dabû. Karker hçê jî di girtîgehê de ne.
(BK/MB)
Wêne: Inşaat Iş, Twitter