Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji pênc partiyên mezin ên Tirkiyeyê bi tenê HDP(Partiya Gelan a Demokratîk) di serê sibeya 1ê Gulanê de behsa 1ê Gulanê kiriye.
Li ser hesabê AKP(Partiya Dad û Pêşdeçûnê) axiftina serokkomar û serokê AKPyê ya li Forûma Karî ya Tirkiye-Ozbekistanê li pêş e.
Li ser hesabê CHPyê(Partiya Komarê ya Gelî) axiftina ji bo çapemeniyê ya berdevkê wê partiyê, Bulent Tezcanî cih girtiye. Herweha peyameka ji bo Qendîla Beraetê jî cih girtiye.
Peyama hevserokê berê yê HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk), Selahattîn Demîrtaşî: "Roja berxwedana karker û kedkaran pîroz be. Ji bo em li dijî mêtina kedê pêşiyê em ê biçin meydanan, paşê ber sindoqan."
Peyama HDPyê jî ev e:
Em koletiya ku li karker û kedkaran tê ferzkirin qebûl nakin, em ji kedxwarî, ji karê bêewle, ji tawanên kar, ji çopandina mafê tezmînata qidemiyê û ji sîstema taşeroniyê re li qadan dibêjin NA! Em 1ê Gulana karker û kedkaran û ya gelan pîroz dikin. #BijîYekGulan"
Li ser Twîttera MHPyê(Partiya Gelî ya Nijadperest) peyama wê partiyê, Devlet Bahçelîyî ya ji bo Qendîla Beraetê cih girtiye.
İyi Parti Twitter sayfasında, Genel Başkan yardımcısı ismail Koncuk’un “üniversitelerin bölünmesi” ile ilgili açıklaması öne çıktı.
Li ser hesabê ÎYÎ Partîyê(Partiya Baş) axiftina cihgirê seroka wê partiyê , Ismaîl Koncukî cih girtiye. Koncuk li ser dabeşkirina zanîngehan axiviye.(ŞA/MB)