Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di Çiriya Pêşiyê de li Gundikê Melî yê Şirnexê karkirina li circirikên* komirê hatibû qedexekirin, li ser vê yekê duhî sê karkeran xwestin biçin alav û amûrên xwe ji circirikan derbêxin.
Karker ketin di ava li circirikan kom bûyîn û mirin.
*Circirik: Ew bîrên hatîn kolan in ku jê berhemên binerdî têne derêxistin.
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaşî diyar kir: Abdurrahman û Omer Tunç ên ku birayên hevdu ne digel İdris İnalî çûbûn di circirikan de û bûyer siet 12.00ê qewimiye.
Termê karkeran di 6 sietan de hatin derêxistin. Termê du karkeran siet 16.30ê hatin derêxistin.
Parlemantera Partiya Gelan a Demokratîk a Şirnexê, Aycan Irmezê diyar kir ku li Şirnexê berhemên binerdî ne li gor şêweyên modern têne derêxistin û mirov li rêyên mirinê têne hiştin.
(PT/MB)