Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Bajarê Zonguldakê karkerên komirê ji bo Saziya Komira Berîn a Tirkiyeyê ji bo şirketên taybet neyên firotin dest bi protestoyekê kiribûn, karkeran piştî 21 sietan dest ji protestoyê berda.
Sendîkaya Karkerên Berhemên Binerdî li Enqereyê digel wezîra Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî, Jûlîde Sarioglûyê re civiyayîbû lê wan li hev nekiribû.
Karkeran diyar kiribû ku heta xala qanûnê ya ku li ser guhertina wê kar tê kirin neyê betalkirin protestoya wan dê dom bike.
Cihgirê serokê Sendîkaya Karkerên Berhemên Binerdî, Îsa Mutluyî got:
“Meclîs dê biryarê li gor daxwaza me bide”
Çi bûbû?
Li bajarê Zonguldakê karkerên komirê qanûna nû protesto kir. Karkerên Komirê çûn di circirrikên* komirê de û derî girtin. Li gor pêşniyarnameya guhertina qanûnan a ku Lijneya Plan û Bûtçeyê ji bo Meclisê rêkirîye Saziya Komira Berîn a Tirkiyeyê dê ji bo şirketên taybet bê firotin.
*Circirrik: Bîrên ji bo derêxistina berhemên binerdî hatîn kolan in.
(PT/MB)