Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Şirnexê di kanayeke komirê ya bêdestûr a taybet de hezaz pêk hat. 6 karker mirin. Rewşa karkerekî ku rakirine nexweşxaneyê giranî e. Ji bo rizgarkirina karkerekî di bin hezazê de maye, xebat berdewam dikin.
Li gorî nûçeya Sekvan Kuden nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA), li herêma Kanayên Komirê yên Şirnexê ku di navbera Şirnex û Cizîrê de ye, di kaneya komirê ya hejmar 3yê de saet derdora 15.00ê hezar pêk hat. 7 karkerên ku di bin hezazê de mabûn, hatin rizgarkirin û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Lê digel hemû mudaxeleyan 6 ji wan mirin. Dîsa karkerekî bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûn herêmê û karkerên di kanayên derdorê de kar dikirin beşdarî xebatên rizgarkirinê bûn. Her wiha Walîyê Şirnexê Mehmet Aktaş, Midûrê Emniyetê yê Şirnexê Omer Ûslûsoy û Fermandarê Cendermeyan ê Şirnexê Selçûk Yildirim çûn ciyê hezazê û derbarê bûyerê de agahî standin.
Wezaret: Destûra kar a kanayê nîne
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir:
“Xebatên wê qada kanayê ku qeza li wir pêk hatiye, ji ber rîska ewlekariya kar û karkirinê, ji hêla Midûriyeta Giştî ya Karê Madenan (MİGEM) di sala 2013yê de hatiye sekinandin. Destûra karkirinê ya vê qadê nîne. Karê ku dihat kirin karekî bêdestûr bû.”
Di sala 2017yê de 1485 karker mirine
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya kar, di Îlona 2017yê de herî kêm 147 karker mirine. Di neh mehên 2017yê de jî herî kêm hezar û 485 karker mirine. (ÇT/FD)