Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di 17yê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê di encama xebata Şîrketa Antlarê de kanaya madenê ya sifirînê hilweşiya ku kan aidî Platforma Ronakbirina Raya Giştî ya Park Elektrîkê ku girêdayê şîrketa Cinerê ye. Di encama bûyerê de 16 karker miribûn.
Midûrê Kar ê şîrketa kan a sifirînê Mehmet Ogûz û pisporê ewlekariya kar jî di nav de 7 kes ji ber bûyerê hatin girtin.
Danaşîna pêşîn a dozê duh lidar ket ku 7 jê girtî 11 kes di dozê de tên darizandin.
7 bersûcên girtî beşdarî daneşîna ku li 2yemîn Dadgeha Cezayê giran a Sêrtê.
Malbatên karkerên mirin, parlamentera HDPê ya Êlihê Saadet Beceriklî û Serokê İHD ya Sêrtê Zana Aksû jî de dema daneşînê de amade bûn.
Piştî ku bersûcan xwe parast, dadgehê îtiraza parêzvanên bersûcan nirxand û bi hinceta ku şika revê nîne û ji ber kêmbûna delîlan biryar girt ku 7 bersûcên girtî bên berdan. (NV/FD)