Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Saziya îstatîstîkan a Tirkiyeyê(TUIK) ji bo meha Sibatê rapora li se bêkariyê eşkere kir.
Li gor raporê li gor heman dewra par 676 hezar kes dî jî bêkar mane. Hejmara bêkaran bi giştî bûye 3 Milyon û 900.
Rêjeya bêkariyê, 1,7 pûanan zêde bû û bû ji sedî 12,6.
Di meha Kanûna Paşiyê de rêjeya bêkariyê ji sedî 13 bû.
Ji bo meha Sibatê rêjeya jinên bêkar ji sedî 12,7ê bûye ji sedî 14,8. Rêjeya mêrên bêkar ji sedî 10,1ê bûye ji sedî 11,7.
Ciwanên bêkar
Ji sedî 23,3yê ciwanên di emrê 15-24ê de bêkar in. Rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 4,7 zêde bûye.
Ji sedî 12,9ê wan kesên di emrê 15-64ê de bêkar in.
Rêjeya bêkariyê ya salane ji bo jinan ji sedî 20,7ê bûye ji sedî 26,6 ji bo mêran ji sedî 17,4ê bûye ji sedî 21,5. (YY/MB)