Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di sala 2017ê de karmend dê herî kêm 1404 Lîreyên Tirkan wek mehane(mûçe) bistînin. Mehaneya herî kêm 1300 Lîreyên Tirkan bû.
Wezîrê sîgorte û Xebatê, Mehmet Mûezzînoglû digel Lijneya Tespîtkirina Mehaneya Herî Kêm civîya.
Wezîrî piştî civînê gotiye:
“Ji serê salê ve mehaneya herî kêm dê li hemî welatî bi halê nû bê dayin. Mehaneya herî kêm nêzîkî ji sedî 8 ji mehaneya berê zêdetir e. Li ser hev(bac jî tê de) mehaneya herî kêm dê 1777 be û ji bo xebatkaran 1404 Lîreyên Tirkan dê bê dayin.”(NV/MB)