Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li 28ê Cileya Pêşiyê ya 2014ê li Navçeya Ermenekê ya Karamanê 18 karker ji ber îxlalên kargehan miribûn. Doh doza bûyerê hat bi rê ve birin. Ji bo dozê Rapora Şarezayan hatiye şandin.
Li gor rapora ji Dadgeha Cezayê Giran a 7. re hatî şandin, ava li circirika(kana) berê kom bûyî bi ser circirika nû de hatiye. Makîneya derêxistina avê nebûye ku ji 25 metreyên li bin erdê ava zêde derbêxe.
Li raporê hatiye dîyarkirin ku Saziya Karkerên Çavkaniyên Binerdî li gor pêwîstiyê çavkaniyên komirê kontrol nekirine.
Murat Yilmazê parêzer ji bianetê re gotiye Rapora Şarezayan ya nû jî nîşan dide xelet bû ku berpirsê kompaniya komirderêxistinê nehat girtin.
Li 28ê Cileya Pêşiyê ya 2014ê li Navçeya Ermenekê ya Karamanê 18 karkerên bi navên Tezcan Gokçe, Hasan Tuncer, Ali Haznedar, Mehmet Ozcan, Kamil Yaman, Mehmet Baha, Omer Cansu, İsmail Gurses, Uğur İlhan, Huseyin Çolak, Osman Çoksoyler, Mehmet Tokat, Hüsnü Çolak, Huseyin Gultekin, Recep Çillioğlu, İsa Gozbaşı, Kerim Haznedar ve Bahir Üzer miribûn. (NV/MB)