Ji bo nûçeya Tirkî
Konfederasyona Sendîqeyên Gelemperiyê Kedkaran (KESK) li dijî zext, surgin û derxistinên ji karê; bi daxwaza perwerdehiya laîq, jiyana laîq û ewleyiya kar dê 28-29ê Gulanê de li 9 bajaran mitîng li dar bixe.
Hevserokên KESKê Şaziye Kose û Lamî Ozgen derbarê mitîngan de îro civîna çapemeniyê li dar xistin.
Şaziyê Kose di civînê de bal kişand ser yekîtiya têkoşîna hêzên demokratîk û got: ‘Yan di bin siya sîstema seroktiyê de wê rejîma dîktatoriyê were avakirin, yan jî rê li ber demokratîkbûneke berfireh wê were vekirin.’
Lamî Ozgen jî di axavtina xwe de ragihand ku piştî rakirina parêzbendiya parlementeran, yekîtiya têkoşîna hêzên demokratîk zêdetir girîng û pêwist e.
Wê di 28ê Gulanê de li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Amed, Edene û Samsûnê, di 29ê Gulanê de jî li Antalya, Trabzon û Wanê mitîng were lidarxistin.
Jiyan û perwedehiya laîq
Kose û Ozgen derbarê pirsgirêk û dazwazên xwe yên ku dê li mitîngan de bînin ziman jî diyar kirin.
Demokrasî ji bo laîqbûnê nebe-nabe ye. Rejîma ku nû tê avakirin laîqbûnê ji xwe re kiriye hedef. Di heman demê de bi polîtîkayên mezhebperest, ferqmeyilî û tîjkirinê dixwazin êrişî piranîbûna civaka Tirkiyeyê bikin.
Bêewleyîbûna kar
-Qesr û AKP bêewleyîbûneke net diyarîyê sermeyadaran dike. Dema li ser rakirina parêzbendiya nîqaş dihat kirin, qanûna ji bo buroyên taybet ên istîhdamê li parlementoyê kereker hat qebûlkirin.
Zext, surgin, jikarderxistin
-Li dijî endamên KESKê dawî li surgin, zext, lêpirsîn, ji kar derxistin û girtinan nayê. Çalakiya karberdanê ya piştî Qetlîama 10ê Cotmehê û mitîngên ji bo aştiyê ku di 29ê Kanûnê de pêk hatibûn ji bo lêpirsînan kirine hincetên sereke. Piştî Qetlîama 10ê Cotmehê çalakiyên pêk hat de, derbarê 16 hezar 475 endamên KESKê de lêpirsîn hatiye vekirin.
Bernameya Mitîngê:
28ê Gulanê (Şemî):
Enqere: Kombûn: 12:00 Parqa Kurtuluşê, Mitîng: 13:00 Qada Kolejê
Stenbol: Kombûn: 14:00 Bakirkoy, Mitîng: 15:00 Qada Azadiyê ya Bakirkoyê
Edene: Kombûn: 16:00 Navenda Çanda Mimar Sinanê Mitîng: Qada Ugur Mumucuyê
Samsun: Kombûn: 12:30 Apartmana Rayê Mitîng: Qada Cumhuriyetê
Îzmîr: Kombûn: 15:00 Qada Cumhuriyetê Mitîng: Qada Gundogduyê
29ê Gulanê (Yekşem)
Antalya: Kombûn: 13:00 Parqa Aydin Kanza Mitîng: Qada Cumhuriyetê
Trabzon: Kombûn: Li ber Eski Tedaşê Mitîng: Qada Ataturkê
Wan: Mitîng: 13:00 ‘Çerxerê ya Kulturê’
Amed: Mitîng: 15:00 Qada Îstasyonê
(BZ/YO)