Fotograf: Houssam Shbaro/AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hassan Koraytem, midûrê benderê derbarê teqîna li Beyrûdê, paytexta Libnanê de gotiye kesên peywendîdar li fermanên ji bo amonyûm nîtrarê guhdarî nekirine.
Li gor nûçeya beşa tirkî ya BBCyê, Koraytem bi televizyona OTV ya Libnanê re axiviye û gotiye şeş sal berê dadgehê biryar dabû ku amonyûm nîtratê bixin depoyeke li benderê. Lê fermanên rayedarên gumrikê û yên Wezareta Karûbarên Derve yên ji bo derxistina van amonyûm nîtratan ji benderê an jî ixrackirina wê nehatine bicîkirin.
Berpirsiyar li malên xwe hatine zindanîkirin
Hikûmeta Libnanê gotiye, kesên ji 2014an û heta niha ji depokirin, parastin û kontrolkirina van teqemeniyan berpirsyar in wê li malên xwe werin zindanîkirin û qedexeya derketina derveyî welêt li ser wan hebe.
5 hezar kes birîndar bûne
Hejmara miriyan gihîştiye 135an. Nêzîkî 5 hezar birîndar hene û bi dehan kes di bin xirbeyan de winda ne.
Merwan Abbûd, Waliyê Beyrûdê jî ji rojnamegeran re gotiye ku derz ketine Pira Charles Heluyî û divê welatî ji wir dûr bikevin. (AO/FD)