Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê berê yê Serkantîya Giştî Orgeneralê karbest Yaşar Buyukanit di 79 saliya xwe de miriye.
Yaşar Buyukanitî îro saet di 06.05ê de li Stenbolê di nexweşxaneyekê de ji ber lawazîya dilî miriye.
Jina wî jî çar roj berê di 17ê Kanûna Pêşîyê da miribû.
Yaşar Buyukanitê 79 salî ji ber ku li nexweşxaneyê bû tevlî merasîma cenazê jina xwe nebûbû.
Hevdîtina wî û Erdoganî ya li Dolmabahçeyê
Di sala 2007ê da R. Tayyîp Erdoganê ku wê demê serokwezîr bû û Yaşar Buyukanitê ku wê demê Serokê Artêşa Tirkiyeyê bû li Afîsa Xebatê ya Serokwezîrtiyê di derbarê “e-mûhtiraya 27ê Nîsanê” da 135 deqeyan axivîbûn.
Piştî axaftinê Buyukanitî gotibû tiştên ku em axivîne dê bi min re têkevin gorê.
Mehek piştî wê axaftinê li Umraniyeyê di maleke kevnare da muhîmmat derketibûn holê û bi serdagirtina Poyrazkoyê pêvajoya Ergenekonê dest pê kiribû.
(TP/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye