Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsên Qiralîya Yekbûyî(Ingilîztan, Brîtanya) eşkere kiriye ku wan di erebeyeka barhilgir de termê 39 mirovan dîtiye û ew hewil didin fêm bikin ka çi çêbûye.
Polîsên Essexê eşkere kirine ku erebe ji Bulxaristanê çûye Qiralîya Yekbûyî. Şofêrê erebeyê kesekê 24 salî ye û ji bakurê Îrlandayê ye. Polîsan şofêr desteser kiriye.
Wezareta Navxweyî: Em matmayî ne
Shocked & saddened by this utterly tragic incident in Grays. Essex Police has arrested an individual and we must give them the space to conduct their investigations.
— Priti Patel MP (@patel4witham) October 23, 2019
Wezîra Wezareta Karên Navxweyî, Priti Patelê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsîye:
“Em matmayî ne û di şîna bûyerê de ne. Polîsên Essexsê kesek girtiye divê em rê bidin wan ku ew karê xwe bikin.”
(PT/MB)