Helbestkar Mihemed Omer Osman ku wekî Generalê Payîzê (Jenerelî Payîz) tê naskirin dawî li jiyana xwe hanîye. Li gorî zanyarî û agahdarîyên hezkirîyên wî belav kirine helbestkarê bi navê Generalê Payîzê tê naskirin do dawî li jiyana xwe hanîye.
Helbestakarê ku 62 salî bû li Silêmanîyê dijiya û ji bilî helbestkarîyê bala wî li ser wênekêşîyê jî hebû. Mihemed Omer Osman bernavkê Genberalê Payîzê ji navê helbesteke xwe wergirtiye.
”Ez im generalê payîzê
Şifqeya li serê min ewr e
Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî
Sakoyê li min nermeba ye
Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî
Ez im generalê payîzê
Payîz bêyî min sêwî ye
Ez bûm min got belê meytê siya kesk e
Pelê weşiyayî koçkirî
Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de
Ji bo giyanê zindî yê pelan
Nimêja şehîdan dikim Navê wê nakim nimêja miriyan”
Generalê Payîzê kî ye?
Mihemed Omer Osman
(Generalê Payîzê)
Sala 1957an li taxa Dêrgezên a bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû. Sala 1980yî ji ber şerê navbera Iraq û Îranê naçar ma dest ji xwendina xwe berde ku wê hingê di Kolêja Zanist û Wêjeyê de pola şeşem dixwend. Ligel karê rojnamenivîsiyê karkerî jî kiriye. Sala 1975an dest bi karê nivîsandin û rojnamenivîsiyê kir. 1985an take-dîwana xwe ya bi navê “Le Xurbeta (Li Xurbetê)” çap kir. Ji ber şi’reke bi navê “Generalê Payîzê” ya di nav vê dîwanê de navê wî wek Generalê Payîzê belav bû. Şi’rên di vê dîwanê de di demeke kurt de di nav wêjedostan de belav bûn û Generalê Payîzê bû îdolê xortan. Şi’rên di dîwanê de heta niha hatine wergerandin li zêdeyî 10 zimanan. General, bi vê dîwanê re reng û şêwazeke nû anî nav şi’ra kurdî. Sala 1991ê di Kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd de li Şeqlawe bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd. Şi’rên wî niha di polên 11em ên dibistanên navîn de û herwiha di beşên wêjeyê de li zankoyan tên xwendin. Heta niha çendek tezên master û doktorayê li ser take-dîwana wî hatine nivîsandin. Berhemên wî wek şi’r, kurteçîrok û wergêran bi awayekî berbiçav heta niha di gelek rojname û kovaran de hatine belavkirin.
Generalê Payîzê, ne xwedî tu post û meqamî ye di hikûmeta Herêma Kurdistanê de û ev bi salan e li Silêmaniyê wextê xwe bi xwendin, nivîsandin, wênekêşan û ramana li payîzê bi ser dibe.
(GN/MB)
*Biografî: Avesta