Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lîstikvanê tirk, Tarik Unluoglu piştî ketî nexweşîya penceşêrê li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Îro piştî nîvroyê lîstikvanê navdar miriye.
Rêûrismên li ser mirina Unluogluyî dê 3yê mehê siet 11ê li Şanogeha Dewletê ya Mecidiyekoyê bê pêkanîn. Piştî rûrismê li Mizgefta Leventi ya Uskudarî nimêja miriyan dê ji bo wî bê kirin û li Goristana Zıncırlıkuyu bê veşartin.
Şanogerê 61 salî li gelek şano, fîlm û rêzefîlman de lîstiye.
Hin berhemên wî tê de cih girtîn ev in:
"Bir Erkeğin Anatomisi", "Cumhuriyet", "Kabadayı", "Eyyvah Eyvah 2/3", "Bana Masal Anlatma" û "Kurtlar Vadisi"
Zêdetirî bîst salan bû ku li Şanoya Dewletê kar dikir.
(AO/MB)