Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Stenbolê erd hejiya ye ku navenda wê Behra Marmarayê ye.
#DEPREM Revize
— Kandilli Rasathanesi (@Kandilli_info) September 26, 2019
SILIVRI ACIKLARI-ISTANBUL (MARMARA DENIZI) https://t.co/rNCus3liPY
26.09.2019, 13:59:24 TSİ
Büyüklük: 5.7,
Derinlik: 12.6 km#Kandilli
Li gorî daxuyaniya Navenda Lêkolînê ya Erdhejan a Resetxaneya Kandilliyê, mezinahiya erdhejê 5.8 e.
Li gorî heman daxuyaniyê navenda erdhejê Silivriyê ye û 12.6 kîlometre di bin erdê bûye.
Erdhej li hemû Stenbolê hatiye hiskirin û gel derketine kolanan.
Piştî erdhejê dîsa bi lerza 3.1ê erd hejiya ye. Resetxaneya Kandilliyê gotiye ku erdhej 5 km di bin erdê de çêbûye.
Dibistan hatine valakirin
Piştî erdhejê dibistan hatine valakirin û xwendekar derxistine bexçeyan. Malbatên ku rewşa xwendekaran meraq kiriye, çûne dibistanan.
Walîtiya Stenbolê aşkere kiriye ku ji bo dibistanên seretayî û navîn ji ber erdejê biryara betlaneyê hatiye standin.
Her weha li hin bajarên li derdora Stenbolê jî biryara betlaneyê ji bo dibistanan hatiye standin.
Minareyên hin mizgeftan rûxiyaye.
Piştî erdheja mezin 17 carên din erd hejiya ye
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Daîreya Erdhejan a AFADê, piştî erdheja bi lerza 5.8ê, Stenbol 17 carên din hejiya ye ku lerza herî mezin 4.4 bû.
Bandor li bajarên derdorê jî kiriye
Bandora erdheja li Stenbolê li Bûrsa, Kocaeli, Edirne, Tekirdag, Kirklareli û Sakaryayê bûye.
Walîtiya Stenbolê daxuyanî weşandiye
Walîtiya Stenbolê gotiye ku “Piştî erdhejê saet heta 14.20 deqîqeyan ti zanyariya ziyanê ji bo AFAD. AKOM, 112, 155 û 156ê re nehatiye. Hemû yekîneyên me bandora erdhejê ya li bajarê me ji nêz ve dişopînin.”