Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Partiya Neteweperest a Gelî (MHP) Devlet Bahçelî ji bo nexweşxaneyê hatiye birin. Bahçeli ji ber êşa mîdeyê ji bo nexweşxaneyê hatiye birin.
Cihigrê serokê MHPyê, Semih Yalçınî daxuyandiye ku rewşa Bahçelîyî baş e. Yalçinî diyar kiriye ku îdiayên li medyaya civakî hatine belavkirin yên wek Bahçelî ketiye nexweşxaneya penceşêrê, xwîn ketiye ser mejiyê wî ne rast in.
MHPyê jî bi daxuyanîyeka fermî dabû zanîn ku rewşa Bahçelîyî baş e û ji bo kontrola şekir û zextê xwînê çûye nexweşxaneyê.
(AO/MB)