Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Grûda ji ber nexweşiya penceşêra(şêrpence) pankreasê ji bo tedawiyê li beşa nexweşên giran bû. Lê piştî demekê miriye. Lîstikvana navdar a sînema û şanoya Tirkiyeyê Ayşen Grûda îro hatiye binaxkirin.
Lîstikvana navdar di 74 saliya xwede çûye ser dilovaniya xwe. Piştî nimêja cenazeyê li goristana Zîncîrlîkûyûye hatiye binaxkirin.
Hevjînê Ayşen Grûdayê yê berê Yilmaz Grûda, keça wê Elvan Grûda , xuşka wê ya mezin Ayten Erman û nevîyê wê Emre Grûda di sersaxiyê de amade bûne.
Serokê parlamentoyê û namzetê AKPyê yê Şaredariya Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim, Wezîrê Çand û Tûrizmê Mehmet Nûrî Ersoy, Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk, Sekreterê Giştî yê CHPyê Akîf Hamza Çelebî, parlamenterên CHPyê Gursel Tekîn û Sezgîn Tanrikûlû, Hunermend Alî Sûnal, , İlyas Salman, Mujdat Gezen, Nevra Serezli, Ahmet Arıman, Tuncay Akça, Demet Akbağ, Işıl Yücesoy, Suzan Kardeş, Erol Evgin û hezkiriyên Grûdayê beşdarî merasîma binaxkirina wê bûne. (AY/MB)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye