Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kurşat Bumin rojnamegerek e ku li Tirkiyeyê bi rexneyên li ser rojnamegeriyê dihat naskirin, ew îro li nexweşxaneyeka Stenbolê miriye.
Bumîn di 71 saliya xwe de miriye. Wî li GazeteDuvarê dinivîsî.
Ji bo wî li Pêncşemê Stenbolê û Înê li Îzmîrê rêûrismek dê bê pêkanîn. Wî li Zanîngeha Bîlgîyê ya Stenbolê dersên rojnamegeriyê didan. Wî digel Alper Gormûş û Ûmît Kivançî malpereka rexneya li medyayê ya bi navê medyakronik ava kiribû.
Pirtûkên wî yên bi zimanê tirkî ev in: Sivil Toplum ve Devlet (1981), Batı’da Devlet ve Çocuk (1983), Demokrasi Arayışında Kent (1986),Okulumuz, Resmi İdeolojimiz ve Politikaya Övgü (1997), MedyaKronik (1998),Hukuksuzluğun Günlüğü (2002), Otoriter Demagoji Farklı Ol, Benim Gibi Ol (2002). (EKN/MB)