Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Charles Aznavourê hûnermend îro miriye. Hûnermendê ermenî ji Fransayê ye û di 94 saliya xwe de miriye.
Hûnermendî 70 salan karên hûnerî kiriye. Wî ji 1400an zêdetir stran çêkirine. Ya kêm di 60 fîlman de lîstiye.
Ew ji bo tûrneyekê çûye Japonyayê piştî vegerê çûya mala xwe ya li başûrê Fransayê, Alpilles li wê derê miriye.
Steranbêjê navdar 22yê Gulana 1924ê hatiye dinyayê. Hingê navê wî Şahnur Vağinag Aznavuryan bûye.
Stranbêjê navdar bi zimanên fransî, ingilîzî, spanyolî, almanî û rûsî stran digotin.(ÇT/MB)