Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xebatên vemirandina agirê li nêzîkî Atînayê, paytexta Yewnanistanê berdewam dikin. Roja duşemê li nêzîkî Atînayê agir bi daristanan ketibû. Heta niha 80 kes mirine û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Tîmên agirkuj xebatên vemirandinê berdewam dikin û tîmên gerok jî ji bo rizgarkirina mirovan kar dikin.
Hatiye diyarkirin ku duh, li baxçeyê villayekê laşê 26 kesan hatiye dîtin û piştî vê xebatên rizgarkirinê bileztir bûye.
Bi sedan kes hatine rizgarkirin
Tîmên rizgarkirinê gihiştine peravan û bi sedan kes bi rêya kelekan û beleman ji herêmê derxistine.
600 zarok ji kampên li bajarokê Maratonê hatine rizgarkirin. Her wiha ji bajarê Rafînayê jî 715 kes rizgar bûne.
Piştî ku beşeke mezin agir hatiye kontrolkirin tîmên rizgarkirinê li malan û wesayitan digerin da ku kesên mirî û birîndar bibînin.
Panos Skourletis Wezîrê Navxweyî di daxuyaniya xwe ya dawiyê de diyar kiriye ku wan niha xebatên xwe li bajarê Kinetayê zêde kiriye. Ev bajar 50 kîlometre dûrî Atînayê ye.
Roja duşemê li herêma di navbera Atîna û Korinthê û Rafinayê agir bi daristanan ketibû û ji ber bayê zêde, belav bûbû. Li gorî zanyariyan agir li 15 deveran di heman demê de derketiye û taxa Matiyê di encamê de tune bûye.
YEyê alîkarî şandiye
Aleksis Çîpras Serokwezîrê Yewnanistanê serdana xwe ya fermî ya Bosna Hersekê di nêvî de hiştiye û vegeriyaye Atînayê û li vir xebatên rizgarkirinê koordîne dike. Li gorî daxuyaniya Çîprasî 600 agirkuj û 600 ekîbên agirkujiyê kar dikin.
Yewnanistanê ji bo kontrolkirina agirî, alîkarî ji Yekîtiya Ewropayê (YE) xwestiye û heta niha Fransa, Polonya, Îtalya, Almanya, Îspanya û Qibrisê alîkarî şandine. (PT/FD)
Çavkanî: Telegraph, BBC