Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtîya Bedlîsê bi daxuyaniyeka nivîskî eşkere kir ku li 7 gundên navçeya Hîzanê ya bajarê Bedlîsê derketina derve qedexe ye.
Walîtîyê li ser malpera xwe navên bi zimanê Tirkî yên gundên qedexe ji bo wan hatî îlankirin weşand. Gundên qedexe lê heye ev in:
“Koçyiğit, Doyumlu, Ekinli, Deliktaş, Karlıtepe, Tutumlu, Gürece.”
Li gor daxuyaniyê li wan cihan operasyoneka leşkerî dê bê kirin ji ber wê qedexe hatiye îlankirin. Qede ji 23:59ê dest pê kiriye û ne dîyar e heta kengê dê dewam bike.
Li gor walîtîyê “ji bo xwendina zarokan û dewamkirina jiyanê her roj di sietên 07:00-16:00ê de” qedexe dê rabe.(AS/MB)
Bedlîs |