Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rojnameger û belgefîlmçêkerê Mehmet Ûlger, duhî serê sibeyê li Rotterdamê koça dawiyê kir. Demek dirêj Ûlger ketiye nexweşiya penceşêrê û ji ber wê dihat dermankirin.
Ûlger demekê dirêj li Amsterdamê jiyaye û paşê bi xanima xwe Astrid van Unenê re li bajarê Rotterdamê bi cih bûye.
Termê Ûlgerî dê ji bo binaxkirinê ji Hollandayê ji bo bajarê ew lê bûyî, Qeyserirê bê rêkirin.
Mehmet Ûlger kî ye?
Ew di sala 1962yê de li Qeyseriyê hatiye dinê. di salên 1990 û 2000ê de li Hollandayê li bernameyên Netwerk û EenVandaag, KRO Spoorloos, NOVA, Zembla de kar kiriye.
Ew li Hollendayê bûye yek ji birêvebirên sendîkaya rojnamegeran. Gelek belgefîlm û pirtûkên wî hene. (ÇT/MB)