Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li çar herêmên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê biryara qedexeya derketina derve hat standin.
Walîtiya Colemêrgê aşkere kir ku biryar îro saet 05.00ê sibê ji bo herêmên Çatalca, Güvenlik, Erdemli û Soğuksuyê hatiye standin û 24 saetan ketin û derketina van herêman hatine qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ya ku li ser malpera fermî hatiye aşkerekirin, biryar ji bo xwendekar û wesayitên xwendekaran ên ku diçin dibistanê derbas nabe. (AS/FD)