Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komisyona Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê karkerên demsalî de raporek belav kir.
Rapora ku ji 12 rûpelan pêk tê di encama hevdîtinên bi karkerên il Edene, Enqere, Manîsa û Izmîrê re hatiye amadekirin. Di raporê de behsa pirsgirêkên karkerên demsalî û pêşniyaran tê kirin.
Hejmara karkerên demsalî yek milyon e
Li gorî daneyên Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê hejmara karkerên demsalî yên gerok nêzîkî 300 hezarî ye. Lê rapor dibêje ku hejmara wan tevlî kesên neqeydkirî û zarokên wan digihêje yek milyonî.
Pirsgirêkên karkerên demsalî wiha hatine rêzkirin
Agahiyên ku di raporê de derketine pêş wiha ne:
* Yaseyeke taybet a derbarê karkerên demsalî de nîne. Gelek karkerên zeviyê ne di nava Yaseya Karî de tên hesibandin. Kargehên zeviyê yên ku kêmî 50 kesan dixebitîne nakevin nava Yaseya Karî de. Ji ber wê parazvaniya wan a hiqûqî nîne.
* Ewlehiya wan a Civakî nîne.
* Nikarin xizmetên tenduristiyê yên esasî bistînin.
* Nikarin mafên perwerdeya esasî bistînin.
* Pirsgirêkên wan ên starbûnê heye. Ji derveyî saetên kar piranî li çadir û holikan dimînin ku elektrîk, av û kanalîzasyonên van deran nînin.
* Pirsgirêka wan a weguhastinê dibe sedema binpêkirina mafên jiyanî.
* Zêdetirî 12 saetan kar dikin.
* Mûçeyên kêm distînin.
* Rastî cudakariya etnîkî tên.
* Rastî dorpêçkirina civakî tên.
* Hêza kar a zarokan zêde ye.
* Kedxwariya keda jinê zêde ye.
Pêşniyarên ku ji bo çareseriyê hatine kirin
Tiştên ku divê bên kirin û pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêkan wiha hatine diyarkirin:
* Divê mafên wan ji hêla yaseyê ve bên parastin.
* Dest ji rêbaza navbeynkariyê berdin.
* Ji bo heman karî divê heman mûçe bê dayin.
* Divê tedbîr ji bo karkeriya zarokan bên standin.
* Divê cudakarî di çarçoveya sûcên nefrînê de bên nirxandin. (BK/FD)