Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Seroka Giştî ya Yekîtiya Demokratêk Xiristiyan (CDU) û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê di destpêka hefteyê de beşdarî programa kovara bi navê Brigetteyê bûbû û li ser pirseke beşdaran gotibû, dibe li parlamentoyê dengdayîna zewaca hevzayendî birêve biçe, parlamenter dikarin bi îradeya xwe ya azad dengên xwe bidin û di vê mijarê de ew biryara komê nastînin. Li ser vê daxuyaniyê Serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Martîn Schûlzî bang kiribû ku roja înê dengdayîn birêve biçe.
Çavlirêye ku dengdayin sibê lidar bikeve. Komisyona Hiqûqê ya Meclîsê aşkere kir ku li pêşiya dengdayinê ti astengeke yaseyî nîne.
Li Almanyayê hevzayendên ku bi hev re dijîn ji sala 2001ê û vir ve xwedî amfê hevalbendiya sivîl in. Yanî ji hin mafên taybet ên weke parvekirina mîratê, baca dahatê û nefakeyê weke heteroseksuelên bi hev re dijîn dikarin sûdê wergirin.
Wekheviya zewacê wê li gel van tiştan pêşî li wî mafî veke ku karibin bibin xwedî zarok. (ÇT/FD)
* Ji bo vê nûçeyê me ji Deutsche Welle Tirkiyê sûd wergirt