Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan li Kadikoya Stenbolê operasyonek bi rê ve bir. Di operasyonê de Inan Ozkeskîn hatiye kuştin. Ozkeskîn yek ji endamên Komeleya Malbatên Girtiyan(TAYAD) bû.
Li gor nûçeya Ozan Ûral û Alî Kerem Bengîyî ku di Ajansa Nûçeyan a Doganê de hatiye weşandin, di dema operasyonê de di navbera polîsan û wan kesên di malan de şer derketiye.
Ajansa Anadolûyê di nûçeya xwe de diyar kir ku ew kesê hatî kuştin ji bo sûîkastê li wezîrê karên navxweyî Sûleyman Soylûyî bike amadekarî kiriye.
Piştî bûyerê polîsan rêya cihê bûyerê girt.(AS/MB)