Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Edîtora Rojeva Medyayê, Evîn Bûldan şeva dî, di 2yê Nîsanê de li Amedê çû ber dilovaniya Xwedê.
Şeva dî tepa dilî Evîn Buldan girtiye. Li nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbîyî hatiye dermankirin.
Buldan dê îro li navçeya Geverê ya Colemêrgê bê binaxkirin.
Rojnameya Rojeva Medyayê li Tirkiyeyê tekane rojname ye ku weşana bi Zimanê Kurdî dike.
Evîn Bûldan kî ye?
Li gor malpera Gazete Şûjinê dema Evîn Buldan 4 salî bû ji ber zordariya dewletê malbata wê bar kiriye kampa Mexmûrê.
Wê beşa Rojnamegeriyê li Zanîngeha Selaheddînî xwend.
Di sala 2011ê de ew hat Amedê û ji rojnameya Azadiya Welat re kar kir.
Piştî rojname bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hat girtin, wê li Rojava Medyayê dest bi karê edîtoriyê kir.(CK/EKN/MB)