Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji beriya 10 salan berpirsê weşana AGOSê, Hrant Dînk hat kuştin. Di salvegera 10. a kuştina wî de li ber deriyê AGOSê Dînk tê bi bîr anîn.
13.10 Rakel Dînkê got "fa'ilê kuştinê dewlet e" amadebûyîyan çepik kirin.
15.00 Rakel Dînkê qernefil danî meydana rêûrismê û ji bo biaxive çû ser otobêsê.
14.45 Bûlent Aydinî behsa parlamenter û rojnamegerên girtî kir û got:
"Hin kes hene ku deh sal in digel me bûn lê îro ne li vê derê ne."
14.20: Bûlent Aydinê ku yek ji Hevalên Hrantî ye, bixêrhatina amadebûyîyan dike
Ji ber ku Rojnameya AGOSê tê nûkirin, cara pêşiyê ye ku axiftin dê ne ji pencereye avahiyê bê kirin. Axiftin li ser otobêsekê tên kirin.
14.00 Ew kesên ji bo bîranîna Hrant Dînkî hatîn li ber deriyê TRT(Radyo û Televizyonên Tirkiyeyê) kom bûne û dirûşmên "Em hemî Hrant in, em hemî ermenî ne" "dewleta qatil dê hesabî bide" dibêjin û ber bi AGOSê ve dimeşin.
13.00 Ji bo bîranînê xelk kom dibin. Rêya ji Parka Gezîyê ber bi AGOSê ve ji aliyekê ve girtiye.
Li cihê têketina rawestgeha Penaltiyê polîs kontrolê dikin.
.
Hevalên Hrantî dê ji bo roja yadkirina wî li ber deriyê AGOSê kom bibin. (ÇT/MB)