Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê berê yê Îranê, Alî Ekber Rafsancanî di 82 saliyê de, duhî miriye.
Li gor medyaya Îranê tepa dilî Refsancanî girtiye û pê miriye.
Serokkomarê berê duhî ji ber nexweşiya dilê xwe ji bo nexweşxaneyê hatibû birin.
Alî Ekber Haşimî Refsancanî kî ye?
Di sala 1934ê de li Îranê hatiye dinê. Li dema desthilata Şahî de gelek caran hatiye girtin.
Di salên 1980-1988ê de, Humeynîyî ew ji bo şerê Îran û Iraqê wek serfermandar îlan kiriye.
Di salên 1989-1997ê de wek serokkomar kar kiriye.
Ew bûye şêwirmendê Ayetûllah Alî Hamaneyî. (YY/MB)