Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Xebat û Sîgortayê Mehmet Muezinoglu got ku bikaranîna saeta havînê wê careke din di warê erênî û neyînî de binirxînin.
Mueznoglu di ziyareta xwe ya li Memur-Senê de axivî û pirsa “Di bikaranîna saeta havînê de eger ji bo saeta destpêkirina dibistinan de sererast were kirin, divê di saetê destpêka xebata karker û karmendan de jî neyê kirin?” wiha bersivand:
“Derbarê vê yekê de pirsgirêk wê li ber çavan were girtin û erênî û neyîniyên wê pêkanînê careke din were nirxandin.
“Ez dikarim bêjim ku hukimet niha vê yekê dinirxîne. Wê di encamê de diyar bibe ka wê çi bête kirin.”
(EKN/YO)