Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Samsûnê komeka êrîşkaran êrîşî fenomenê medyaya civakî, Kerîmcan Durmazî kirin û poz da rojnamegeran.
Li gor ajansên nûçeyan di 30 Çiriya Paşiyê de Kerîmcan ji bo li konserekê DJyê bike çûye Samsûnê û êrîş li wî hatiye kirin.
Kerîmcanî daxuyandiye ku êrîşek li wî bi xwe nehatiye kirin. Dema her kes bi hewarê reviyane ew ketiye û pêyê wî xeliyaye.
Dêya Kerîmcanî jî eşkere kiriye ku kurê wê di nexweşxaneyê de ye û rewşa wî baş e.
Êrîşkar: Ciwanên me kirin îbne
Îro êrîşkarên bi navê G.A., D.B., U.D. û K.K. li Samsûnê teslîmî navendeka polîsan bûne.
Êrîşkaran tiliya xwe ya şehadetê bilind kiriye û poz daye. Êrîşkaran gotiye: “ Ew dikarin bibin hakimê her tiştên dewletê lê nikarin bibin hakimên ciwanên Tirk. Wan ciwanên me kirin îbne.”(ÇT/MB)