Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di sala 1971ê de li Amedê(Diyarbekirê) hatiye dinyayê.
Wî li Zanîngeha Dîcleyê, li Fakûlteya Hiqûqê xwendiye û master li ser rejîmên partiyên sîyasî kiriye.
Anli, di sala 1994ê de bûye serokê, Berpirsiyarîya Amedê ya Partiya Gelan a Demokratîk(HADEP).
Ew di sala 1995ê de li Amedê û di sala 1996ê de li Enqereyê hatiye girtin.
Di salên 2003-2004ê de bûye serokê Berpirsiyarîya Amedê ya Partiya Gelên Demokratîk(DEHAP), di sala 2004ê de bûye serokê, Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê.
Ew di sala 2009ê de serokê Berpirsiyarîya Amedê ya Partiya Civaka Demokratîk, di wê demê de wî beşdariya civînên li Parlamentoya Ewropayê , Civîna Sosyal Enternasyonelê û gelek civînên dî kiriye.
Bi lêpirsîna KCKyê(Koma Civakên Kurdistanê) di sala 2009ê de hatiye girtin û 40 mehan di girtîgehê de maye.
Di sala 2014ê de wek hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye hilbijartin.
Firat Anliyê hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, digel hevseroka şaredariyê Gultan Kişanakê şeva dî hatiye desteserkirin.(EKN/MB)
*Çavkanî: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê