Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Tarik Akan xwediyê dibistaneka bi navê Taş Mekteb e, piştî mirina wî dibistana wî îro dest bi werzê nû yê perwerdeyê kir.
Zarokên Tarik Akanî, Özlem, Özgür û Barış Üregül beşdarî rê-û-rismên vekirina dibistanê bûn.
Li ser wêneyekê Tarik Akanî, yê ''Em ê li vî warê te danî, hizir û ramanên te bijîyînin'' li ser hatî nivîsîn bi dîwarê dibistanê ve hat hilawistin.
Taş Mektep
Dibistan li avahiyekê ye ku di 1884 de Fransîyan ava kiriye.
Di sala 1991ê de Tarik akanî avahî restore kiriye û ji bo bibe dibistan amade kiriye.
Dibistan ji wê demê ve perwerdeyê ji bo zarokên pêşdibistanê, xwendin destpêkê û xwendina navê dide.(BK/MB)
Wêne: Ahmet Akpolat / Twitter