Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Vedat Tûrkaliyê nivîskar, helbestkar û senarîst ev demek bû li nexweşxaneya Yalovayê dihat dermankirin. Tûrkalî vê sibeyê siet 06.00ê li nexweşxaneyê çû ser dilovaniya xwe.
Nivîskar di sala 1919ê hatibû dinê û 97 salî bû.
Agahiya mirina Tûrkaliyî keça wî bi hesabê xwe yê Twîtterê da zanîn.
Babamı Vedat Türkali'yi kaybettik.
— Deniz Türkali (@denizella01) 29 Ağustos 2016
Vedat Tûrkalî kî ye?
Navê wî yê rastî Abdülkadir (Demirkan) Pirhasan e.
Di 13ê Gulana 1919ê hatiye dinê. Di sala 1942ê de li Zanîngeha Stenbolê Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî xwendiye. Di heman salê de bi Merih Pirsanê re zewicîye. Di sala 1951ê de ji ber ‘’çalakiyeka siyasi’’ hat gırtın. Heft salan dı gırtigehö de ma. Yek ji endamên TKP( Partıya Komonîstan a Tirkiyeyê) bû.
Wî di sala 1960ê de Weşanxaneyên Rifat Ilgaz û Gar ava kirin.
Vedat Tûrkalî di sala 1974ê de ji pêşbirka romannivîsîyê ya Weşanxaneya Milliyetê xelata yekemiyê stand. Di sala 1976ê de Xelata Romannivîsîyê ya Orhan Kemalî stand. Di sala 2016ê de xelata Beyaz Martiyê ya edebiyatê stand.
Berhemên wî:
Bir Gün Tek Başına (roman, 1974), Eski Şiirler, Yeni Türküler (şiirler, 1979), Üç Film Birden (senaryolar, 1979), Mavi Karanlık (roman, 1983), Başlıca Eserleri: Eski Filmler (senaryo, 1984), Bu Gemi Nereye (serpêhatî, 1985), Dallar Yeşil Olmalı (lîstik, 1985), Tek Kişilik Ölüm (roman, 1989), Özgürlük İçin Kürt Yazıları (nivîs, 1996), Güven (roman, 1999), Komünist (serpêhatî, 2001), Yeşilçam Dedikleri Türkiye (roman, 2001), Bu Ölü Kalkacak (lîstik, 2002), Dallar Yeşil Olmalı (lîstik, 2002), Kayıp Romanlar (roman, 2004), Yalancı Tanıklar Kahvesi (roman, 2009), Bitti Bitti Bitmedi (roman, 2014).
(AS/MB)