Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku şeva 10ê Hezîranê kitêbên Weşanxaneya Avestayê li depoya wê hatin şewitandin, xwendevanan ji bo piştgirîdayinê xwestin kitêbên wê bikirin.
Di depoya sê-odeyî de bi hezaran kitêbên ji edebiyata Tirkî û Kurdî hebûne. Agirkeran ji sê aliyan ve agir berdaye kitêbên di depoyê de ji ber ku kitêb bi naylonan hatibûne nixamtin 2640 kitêb hatine xelaskirin. Ji bilî kitêbên şewitîn gelek kitêb jî bi ava ji bo vemirandina agirî hatî bi kar anîn şil bûne.
Piştî şewitandina kitêban, gelek xwendekaran bi rêya medyaya civakî û telefonan xwe gihandine Avestayê û xwestine wan kitêban bikirin.
Weşanxaneyê bersiva daxwaza piştgirîyê da
Xwedanê Weşanxaneya Avestayê, Abdullah Keskînî ji bianetê re diyar kir wan bersiva wê daxwazê daye.
‘’ Weşanxaneya me bi heyina xwendevanan heye. Me bi jestekê bersiva jesta xwendevanan da.’’
‘’Ez hêj matmayî me ku kitêbên Kurdî hatine şewitandin.’’
Yek ji wan xwendevanên weşanxaneyê kitêbên şewitandî jê re rêkirine, edîtorê beşa Kurdî, yê bianetê Murat Bayram e. Wî got:
‘’ Ez wek xwendevanekê hêj matmayî me ku li sala 2016ê kitêbên Kurdî têne şewitandin lê ez keyfxweş bûm ku bûm beşdarê pêvajoya piştî bûyerê.’’
Çi bûbû?
Hinek kesan kitêbên Weşanxaneya Avestayê yên di depoya wê ya li taxa Iskenderpaşa ya li Navçeya Sûrê, li siet 22.00ê şewitandin.
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) li ser şewitandina depoya Weşanên Avestayê de daxuyanî da û got: ‘Şewitandina pirtûkan şerma mezin e, bila êdî pêk neyê.’
Di daxuyaniyê de wiha hat nivîsîn: ‘Bûyerên wek şewitandina pirtûkan di rejîmên zordest de pêk tên. Armanca şewitandina pirtûkan ew e ku hafizeya civakê bê tinekirin. Ew yek rûreşî ye, sûcê mirovahiyê ye û dê wisa jî di dîrokê de cih bigire. Em wê êrişa ku li Weşanên Avestayê pêk hatiye şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku bila demildest sûcdarên wê bûyerê werin cezakirin û ziyana ku pêk hatiye bê çareserkirin. Şewitandina pirtûkan şermahiyeke mezin e, bila êdî pêk neyê.’’
(GNU/EKN/MB)