Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê- EŞİK, ji bo bi hev re li dijî êrîşên ser #PeymanaStenbolê têbikoşin, civîneke jinan a navneteweyî onlîne pêkaniye.
Civîn bi sernavê “Li Hemberî Êrîşên li Peymana Stenbolê Hevdîtina Femînîst” a bi mazûnvaniya EŞÎKê di 15ê Îlona 2020an de hatiye pêkanîn.
Li 170 welatên ku alîgiriya Peymana Stenbolê ya ku di bin banê Konseya Ewropayê de ji bo pêşîlêgirtina şîdeta li ser jinan hatiye avakirin, dikin ji bona li hemberî êrîşên li Peymana Stenbolê bisekinin hatine ba hev.
Ji Tirkiye, Polonya, Macarîstan, Hirvatîstan, Bulgarîstan, Fînlandiya, Estonya, Slovakya, Gurcîstan, Almanya, Avusturya, Îngîltere, Îspanya, DYA û Qanadayê jin tevlî vê civînê bûne.
Ezmûnên berê hatine parvekirin
Moderatoriya civînê ji EŞÎKê Fatma Aytaç û Efsun Kuranerê, axaftina xilasbûnê jî Zehra F. Kabasakal Aratê kiriye. Ev nav wek axaftvan beşdarî civînê bûne:
Ferîde Acar (Koma Pisporê Peymana Stenbolê – serokê GREVIOyê yê berê, Tirkiye)
Ozlem Altinok (EŞÎK – Ji bo Wekheviyê Platforma Jinan, Tirkiye)
Urszula Nowakowska (Navenda Mafê Jinan, Polonya)
Rada Borić (Aktîvîsta Femînîst û Endama Parlementoya Hirvatîstanê, Hirvatîstan)
Genoveva Tîsheva (Endama Komîteya CEDAWê, Bulgarîstan)
Réka Sáfrány (Lobiya Jinan a Macarîstanê, Macarîstan)
Di civînê de ji bona pêkanîna Peymana Stenbolê nirxandinên gelemperî hatine kirin. Her wiha axaftvanên ji Tirkiye, Polonya, Hirvatîstan, Macarîstan û Bulgarîstanê têkiliya siyaset û êrîşên li hember Peymana Stenbolê anîne ziman.
Beşa duduyan a civînê wek form birêve çûye. Li ser van babetan jî hatiye axaftin “Ji bona em mafên xwe yên ku me destxistine winda nekin, ji bona em bi tevkarî li hemberî van êrîşan bisekinin û ji bona em wekheviya zayendî teşwîq bikin, pêwîst e em çawa wek jin di vê têkoşînê de piştgiriyê bidin hev”(EMK/AY/AY)