Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
18em Festîvala Filmên Jinan a Gerok a Navnetewî- Fîlmmor wê di 12-22ê Hezîranê de bi awayê online pêk bê. Bernameya festîvalê ew bû ku di mehên Adar û Gulana 2020an de li 7 bajaran pêk bihata. Lewra ji ber vîrûsa Covîd-19ê paşde hatibû avêtin.
Festîval wê bi temaya "Sinemaya Mafparêz" pêk bê û di festîvalê de li gel peşkeş kirina fîlman wê hevpeyvîn, atolye, panel û hevdîtinên onlineyî jî hebe. Herkes dikare li ser malpera înternetê ya Fîlmmorê festîvalê temaşe bike. Festîval wê di saet 21.00ê 12 Hezîranê de destpêbike.
Di çarçoveya bernameya festîvalê de wê beşên "Sînemaya Mafparêz", "Sînemaya Jinan" , "Kadraja Feminîstan", "Laşê me ê me ye" û "Zayend û Şopandina Fîlman" cîh bigre. Her weha di festîvalê îsal di beşa "Bîra Feminîstan" de Alice Guy-Blaché, damezrînerê sinemaya çîrokbêjiyê û Claire Pijman, di beşa Kadraja Feminstan de wê bibe mêvan.
Di festîvalê de panelên Jinên xwemalî yên Çand û Hunerê Berhem tînin, bernameyên weke Atolyeya Li Malde Fîlma Xwe Bi Xwe Çêbike, forum û nîqaşên derhêner-êkîban wê pêk werin. Di beşa hevdîtinan de îsal wê "Jinên Kameravan" bên gel hev.
Wê festîval bi awayê online bi dawî bibe û dê Xelatên Bamya yên Zêrîn jî werin aşkerekirin.
Ji bo ku bikaribin bername û hemû fîlman temaşe bikin divê li navnîşana www.filmmor.org-ê qeyda xwe çêbikin. Dema qeyid hate çêkirin herkes dikare bi belaşî bernameyê temaşe bike. (AO/AY/FD)