Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Civîna danasîna 18em Festîvala Filmên Jinan a Gerok a Navnetewî- Fîlmmorê duh, êvara pêncşemê, 5ê Adara 2020an, li ofîsa Koperatîfa Fîlmmorê ya li Gumuşsûyûyê pêk hat.
Ulku Songul, Koordînatora Festîvalê got, gelek fîlm cara pêşiyê ye ku wê di festîvalê de werin nîşandan û diyar kir ku ew ê wan îsal telîfa hemû filman daye.
Di civînê da Prof. Dr. Hulya Tanriover derbarê festîvala îsal da destnîşan kirîye û gotîye, panelên ku di festîvalê da tên pêş me, mijarên cûda li xwe digrin. Fîlmmora ku li dijî binpêkirina mafan radiweste, îsal bi panel û beşeke taybet “Sînemagerîya Mafparêz” dike mijara gotûbêjan.
Serdana 8 gundên Stenbolê wê bê kirin
18em Festîvala Filmên Jinan a Gerok a Navnetewî - Filmmor wê di 16ê Adarê de li Navenda Çandê ya Fransiziyan dest pê bike.
Festîval wê heta 22yê Adarê pêk were ku li gel nîşandan fîlman wê panel, atolye û panel jî li dar bikevin. Piştî 22yê Adarê wê festîval li Navenda Çandê ya Cennetê li Kuçukçekmeceyê û bi Sînebusa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wê li heşt gundan bigere.
Festîval piştî Stenbolê wê 4-5ê Nîsanê li Bodrûmê, 11-12ê Nîsanê li Antalyayê, 18-19ê Nîsanê li Mêrsînê, 25-26ê Nîsanê li Yalovayê, 2-3yê Gulanê li Edeneyê û 9-10ê Gulanê li Amedê pêk were.
Festîval wê 18 saliya xwe pîroz bike
Li gel Sînemageriya Mafparêz Sînemageriya Jinan, wê di beşên Bîra Feminîstan, Laşê Me yê Me ye, Za-yendan de 46 filmên 47 derhênerên ji 23 welatan werin nîşandan. (EMK/FD)