Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Altûnê Serokê Peywendîyê yê serokomarîyê, ragihandiye ku xwişka Bexdadîyî hatiye girtin. Peywirdarekî Tirkiyeyê ji APyê re ragihandiye ku Rasmiya Awad li Azezê di konteynerekê de hatiye girtin..
Serokwezîrî jî piştrast kiriye
Piştî nûçeya girtina xwişka Bexdadîyî di çend ajansên nûçeyan yên navneteweyî de hatiye weşandin Fahrettîn Altûnê Serokê Peywendîyê yê Serokomarîyê jî girtina xwişka Bexdadîyî bi Tweetekê piştrast kiriye.
Nûçe pêşî di ajansên nûçeyan yên AP û Reutersê ku navneteweyî kar dikin de hatiye weşandin. Ajansan diyar kiriye nûçeyê ji “rayedarekî payebilind ê Tirkiyeyê wergirtine” û wisa girtina xwişka Bexdadîyî ragihandine.
Altûnî di Tweeta xwe de qala van tiştan kiriye:
"Têkoşîna Tirkiyeyê ya li hemberî terorê bêyî ku li nijad an jî îdeolojîyê were nihêrtin bê navber berdewam e. Girtina xwişka Bexdadîyî mînakek e ji bo serkeftina me ya li hember terorê.”
Turkey's fight against terror regardless of its ideology or origin continues unabated.
— Fahrettin Altun (@fahrettinaltun) November 4, 2019
The arrest of al-Baghdadi's sister is yet another example of the success of our counter-terrorism operations.
"Tevlî bûk û 5 zarokên xwe hatiye girtin"
Ajansan eşkere kiriye ku Rasmiya Awada 65 salî li Azeza di bin kontrola Tirkiyeyê de tevlî mêr, bûk û 5 zarokên xwe êvara duşemê di konteynerê de hatiye girtin.
(PT/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.