Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Londonê, paytexta Ingilîstanê wê muzeyeke vajînayan vebe. Muze li cîhanê wê bibe yekem muzeya vajînayan. Armanca muzeyê ev e ku pêşdarazan ji holê rake û li gorî lêkolînên jînekolojiyê zanyariyan bide kesên serdana muzeyê dike.
Muze di 16ê Çiriya Paşiyê Li herêma Camden Marktê ya Londonê wê vebe.
Florence Schechter, avakara Muzeyê ji Mashableyê re axivî ye û diyar kiriye ku li Îzlandayê muzeyeke penîsan heye lê li ti derê cîhanê muzeya vajînayan nîne. Wê ev tişt ferq kiriye û wê ev biryar daye. Paşê jî bi lez û bez dest bi xebatan kiriye.
Wê perwerdeya zayendî jî hebe
Schechterê pêşiyê li hin deverên Londonê hin stand vekiriye û projeya xwe bi vî awayî daye dest pê kirin. Paşê jî “biryar girtiye ku xebata xwe veguhezîne ji bo muzeyeke rastîn”. Schechterê wiha berdewam kiriye:
“Mirov li ser vajînayê têr û tijî naaxivin. Çima? Ji ber ku qalib û pêşdaraz hene. Ev weke tiştekî ji rêzê tê dîtin lê encamên wê yên cidî hene. Hin mirov ji ber vê sedemê nikarin biçin li bal doktoran û ji wan re behsa nexweşiyên xwe bikin. Kesên rastî tacîzê tên nikarin alîkariyê bixwazin.”
Li gorî zanyariyên ku Schechterê daye di muzeyê de wê berhemên hunermendên cida li muzeyê bên nîşandan û encamên lêkolînê yên jînekolojîk bi kesên serdanê dikin re werin parvekirin û perwerdeya zayendî bidin wan.(EMK/FD)