Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li malpera xwe ya fermî daxuyand ku ew ê “Rojên Fîlmên Gerok ên Jinan” pêk bîne. Bername dê 13-19ê Tîrmehê bê pêkanîn.
Li gor daxuyanîya şaredarîyê:
“Serokatîya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta xebatên çand û hunerî li deverên bejayî jî belav bibe ‘Rojên Fîlmên Gerok ên Jinan” li dar dixe.
“Di çarçoveya rojên fîlman de dê li 10 navçeyan, li ber hewayê vekirî pêşandanên fîlman bêne lidarxistin. Van fîlman jinan derhênerîya wan kiriye û navên fîlman weha ye Sîbel, Deyn, Heta Bêhna Min Diçike û Kevok.
“Rojên fîlman 13ê tîrmehê roja şemîyê li Farqînê dest pê dike û 19ê tîrmehê roja înê li nîşandana fîlma li Parka Koşuyoluyê bi dawî dibe. Her weha li navçeyan jî şaredariyên navçeyên dê cihên nîşandana fîlman kifş bikin û ji bilî cihên destnîşankirî her weha fîlm dê li Parkên Newrozê, Koşuyolu, Benûsenê û Temaparkê bêne pêşandan. Fîlm hemû navçeyan saet 20.30ê dest pê dikin.
“Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yavuz Akkuzu, diyar kir ku ew hewl didin xebatên çandî û hunerî bara zêde li gund û navçeyên derve bikin. Akkuzu bal kişand ku ew ji bo xebatên şaredariyê bigihînin deverên herî talde yên Amedê xebatê dikin û got ku planên wan ên mîna fîlm, yarîyên zarokan, şano, konser û şahîyan bi vî rengî heye. Akkuzu aşkere kir ku wan bi ‘Rojên Fîlmên Gerok ên Jinan’ dest bi vê projeyê kiriye û got ku ev fîlm di ecmana xebata hevpar a Sînemaya Mezopotamyayê û Akademîya Fîlman tên amadekirin.”
Bernameya Rojên Fîlmên Gerok ên Jinan |
13 Tîrmeh: Farqîn – Sibel; Gêlê – Deyn; Karaz – Sibel 14 Tîrmeh: Erxanî – Sibel; Pîran – Heta Bêhna Min Diçike 16 Tîrmeh: Çinar – Heta Behna Min Diçike; Bîsmîl – Sibel; Lîce – Sibel 17 Tîrmeh: Hezro – Sibel; Pasûr – Kevok 18 Tîrmeh: Sûr – Deyn; Baglar – Sibel 19 Tîrmeh: Peyas – Heta Bêhna Min Diçike; Baglar – Kevok |
(MB)
Çavkanî: Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê