Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor raporeka UNICEFê ji ber ku xizmetên ji bo tendûristiyê giranbiha ne, derfetên standina xizmetê nînin an jî karmendên tendûristiyê kêm in, saxlemiya bi milyonan dayikan di xeterê de ye.
Li Karayîpan, Asya, Efrîqa û Latîn Amerîkayê mesrefa sereke ya zêdetirî 5 milyon malbatan ji bo saxlemiya dayikan e. Ew malbat zêdetirî ji sedî 40ê mesrefan ji bo saxlemiya dayikan dikin.
Ji van 5 milyan malbatan nêzîkî 3 milyon malbat li Asyayê dijîn.
UNICEFê ji bo dayik û zarokan kampanyayeka bi navê Every Child ALIVE daye dest pê kirin.
UNISEF dixwaze;
*Ji bo saxlemiya mirovan zêdetir dahat bê veqetandin.
*Divê ji bo her dayikekê cihên welê bêne amadekirin ku av, sabûn û elektrîk lê hebe.
*Divê piştgiriya keçên ciwan û malbata wan bê kirin ku asta jiyana wan baştir bibe.
Li gor raporê her roj 7 hezar zarok dimirin. Nîvê zarokan di dema ji dayika xwe dibin dimirin nîvê dî jî di meha yekem de dimirin.
Herweha raporê eşkere kiriye ku sebeba sereke ya mirina zarokên 15-20 salî ew e ku di emrekê biçûk de ducanî dibin.
(TP/MB)