Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nevîn Yildirimê di sala 2012an de li gundê Koruyaka ku giredayiyê navçeya Yalvaç ya Ispartayê ye, ji ber erîşên zayendî Nurettin Gider bi tifinga nêçîrê kuştibû.
Mahkemeya herêmî piştî bûyerê biryara muebbetê dabû. Lêkolîna temyîzê li Enqerê daîreya Dadgeha Bilind a 1. dihat kirin.
Biryara qebûlkirina muebbetê bi piraniyan dengan hatiye dayin. Endameka jin ya daîrê diyar kiriye ku di bûyerê de “tehrîkkirina ji bo sûckirinê” heye. Jin ji bo wî sûcî bike hatiye tehrîkkirin. Parezera Yildirimê, Fatoş Haciveliogluyê gotiye ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.
“Xwe-parastina rewa”
Rûniştina ji bo temyîzê ya Yildirimê 16ê Gulanê 2019an li Enqerê hatibû pêkanîn. Dadgehê piştî lêkolînan biryara xwe îro daye. Parêzerên Yildirimê li rûniştinê daxwaza betalkirina biryarê kiriye. Parêzeran xwestiye bûyer wek “xwe-parastinê” bê qebûlkirin.
(EMK/LA/MB)
*Lezgîn Akanî ev nûçe wergerandiye.